Malpêra nû bi 25 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Malpêra nû bi 25 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Bi rêya vê malpêrê û vê xeta pêwendîyên rasterast, tu dişêy bi zimanê xwe bersiva pirsyarên xwe di derbarê koronavîrûs de werbigrê. Li ser xeta pêwendîyên rasterast û xeta guftûgoyê karmendên ku bi 25 zimanan dizanin, hene. Hemû rojan di navbeyna sihet 14-16 de, tu dişey
li gel karmendekî/ê bi zimanê xwe biaxivî an jî binivîsî. Karmend agahdarîyên herî nûjen ji cem lijneya tenduristîyê (Wezareta Tendûristîyê) di derbarê koronavîrûs li Danîmark de werdigrin û dikarin bersiva pirranîya pirsyaran bidin.

Li dervî dema sihet 14-16, tu dişêy peyameke nivîskî bişînê bo cîyê guftûgoyê/chatê. Karmendek jî dê êdî herî dawîn di roja piştre di navbeyna sihet 14-16 de bersiva pirsyarên te bidî. Malpêr jî dê dengûbasên bijartî û biryar û pêşnîyarên girîng yên rayedarên danîmarkî biweşînê.

Dansk Flygtningehjælp (Sazîya Piştgirîya Pênaberan) û Als Research li gel hev vê malpêrê bi rêve dibin. Ev proje jî ji alîyê Novo Nordisk Fonden (Weqfa Novo Nordisk) ve piştgirî lê tê kirin. Em li gel rayedarên danîmarkî yên navendî kar dikin, bo ev pêzanînên em li vir belav dikin, rast û nûjen bin.