Plana bo jinîvevebîna Danîmark pêk hat

Plana bo jinîvevebîna Danîmark pêk hat

Hikîmetê di 7ê meha Gulanê de, bo jinîvevebîna hejmarek kar û sazîyan di paşeroja nêzîk de, pilana li jêr pêşkêş kirîye.

Jinîvevebîn bi wê yekê ve girêdayî ye ku çalakî di warê tenduristî de û bi mesûletîyeke mezin bê meşandin û ev êşa vegirtinê di bin seyterîyê de bê parastin. Rênîmayên di derheqê dîrbîna fîzîkî û paqijîyeke baş de, pêdivî pê heye berdewam bê meşandin.

Heger şika te li ser hebît, ka çi wateya vê jinîvevebînê bo te û malbata te heye, tu dişey telefonê bidê xeta me a pêwendîyên rasterast.

  • Vebîna tevahîya dikanan û navendên mezin yên dayinûstendînê di 11ê Gulanê de destpê dikeyn.
  • Polên 6-10 dê di 18ê Gulanê de destpê dikeyn. Dibîstan û şaredarî dê mihelî di nav xwe de plan bikeyn, ka dê ev jinîvevebîn bi çi şêweyî li gor rênîmayên tenduristîyê birêve biçêt.
  • Perwerde û îmtihanên bi mercê ku mirov bi xwe fîzîkîyen tê de beşdar bibê dê di 18ê Gulanê de destpê bikeyn. Wekî dî dê STU, EUD û FGU jî di 18ê Gulanê de destpê bikeyn.
  • Xwaringeh, qahwexane û hwd. dê di 18ê Gulanê de dest bi karên xwe bikeyn.
  • Dêr (Kenîse) û civakên olî jî dê di 18ê Gulanê de dest bi xizmetgûzarîyên xwe bikeyn.
  • Karê di mal de bo şerîkeyên taybet.
  • Werzîşa profesîyonel bêyî temaşevanan.
  • Wergirtin û teslîmkirina pirtûkan li pirtûkxaneyan dê di 18ê Gulanê de destpê bikeyn.
  • Karê werzîşê û komeleyan – li derve.
  • Bidawîanîna kursên li dibistanên navîn jî dê di 18ê Gulanê de destpê bikeyn.
  • Bîstanên heywanan, ku mêvan bişeyn bi sîyarê/otomobîlê xwe veguhêzin, dişeyn vekirî bin.

Hikîmet bi welatên cîran re di pêwendîyan de ye û dê biryarê di derheqa seyterekirina sînorê demkî li ser qedexeyên têketina welat û her weha rêberên rêwîtiyê zêde bikey. Hikîmet dê heya 1ê Hezîrana 2020an agahdarîyan li ser vê yekê bidê.