Malpêra nû bi 25 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Malpêra nû bi 25 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Bi rêya vê malpêrê û vê xeta pêwendîyên rasterast, tu dikarê bi zimanê xwe bersiva pirsên xwe di derbarê koronavîrûs de bigrê. Li ser xeta pêwendîyên rasterast û xeta guftûgoyê karmendên, ku bi 25 zimanan dizanin, hene. Hemû rojan di navbera demjimêr 14-16 de, tu dikarê li gel karmendekî/ê bi zimanê xwe biaxivê an jî binivîsê. Karmend xwedî agahdarîyên herî nûjen yên ji bal lijneya tenduristîyê (Wezareta Tendûristîyê) li ser koronavîrûs li Danîmark in û dikarin bersiva pirranîya pirsan bidin.

Li dervî dema demjimêr 14-16, tu dikarê bi nivîskî mesajekê bişînê bo cîyê guftûgoyê/chatê. Karmendek jî wê êdî herî dawîn roja piştre di navbera demjimêr 14-16 de bersiva pirsên te bidê. Malpêr jî wê nûçeyên bijarte û biryar û pêşnîyarên girîng yên rayedarên danîmarkî biweşînê.

Dansk Flygtningehjælp (Sazîya Piştgirîya Pênaberan) û Als Research li gel hev vê malpêrê bi rê ve dibin. Ev proje jî ji bal Novo Nordisk Fonden (Weqfa Novo Nordisk) ve tê fînanse kirin. Em li gel rayedarên danîmarkî yên navendî kar dikin, ji bo ku ev pêzanînên, ku em li vir belav dikin, rast û nûjen bin.