Dêra Netewî (folkekirken) û civakên din yên olî ji 18. Gulana 2020’an ve dîsan dikarin dêran, kenîşteyan (synegog), camî û ciyên din ji bo civakê vekin.

Dêra Netewî (folkekirken) û civakên din yên olî ji 18. Gulana 2020’an ve dîsan dikarin dêran, kenîşteyan (synegog), camî û ciyên din ji bo civakê vekin.

Dêra Netewî (folkekirken) û civakên din yên olî ji 18. Gulana 2020’an ve dîsan dikarin dêran, kenîşteyan (synegog), camî û ciyên din ji bo civakê vekin.

Li vir rênimayên/rêbernameyên bingehîn yên ji bo vebûna bi berpirsyar a Dêra Neteweyî û civakên din yên olî hene. Rêbername dikarin bi tevahî li ser malpera Wezareta Dêrê werin dîtin (bi danîmarkî pê li vir bike).

Heger ku gûmana te li ser hebê, ka wateya van rênimayan ji bo te û derfetên te yên ji bo bicîanîna erkên olî çi ne, tu dikarê telefonî xeta me a pêyendîyên rasterast (hotline) bikê.

Qedexekirina kombûnan/civînan ji bo Dêra Netewî û civakên din yên olî di lokalên wan bi xwe de derbas nabê. Bi eynî şêweyî qedexekirina kombûnan li derve li ser goristanan û di dema binerdkirinê/axspartinê de jî derbas nabê.

Ev jî derfetê didê:

Dûayan, îbadetê, nimêja înê, lihevkombûna li dêrê, axaftina li gel keşê û oldarên din,

fikarên olî yên kesane/şeqsî û hwd.
. Morkirin, helalkirin, zewac, lihevkombûna li

ser cenaze, binaxkirin û erkên din yên ayînî. . Çalakîyên din yên olî li dêrân, kenişteyan,

camîyan, li mal û salonên ciyên olî û li lokalên din.

Çalakîyên li derve – lihevkombûna li ser cenaze û binaxkirina meytan/cenazeyan ne tê de – divê li gor rênimayên qedexekirina kombûnan bê domandin.

Ji bo çalakîyên li hundur jî, divê lokalên ku ji tevaye civakê re vekirîbin, şert û mercên rayedaran yên di vê derbarê de pêk bînin. Wekî nîmûneyên li jêr hatine rêz kirin:

Ji bo beşdarvan/zîyaretvanekî divê herî zêde 4 metreçargoşe (kvm) cî hebê. Heger cî di bin 4 metreçargoşe de bê, tenê mafê yek zîyaretvanekî heye.

2) Lokal jî divê bi şêweyekî wiha bên raxistin/rastkirin, da ku derfet ji bo xelkê hebê mesafeyekê/valahîyekê bikin navbera xwe.

3) Divê di lokalê de û li ber lokalê materîyalên nivîskî yên Sazîya Tenduristîyê hebin û gel baş bê agahdar kirin û tembîh kirin û kesên ku nîşanên nexweşîya korona (COVID-19) jî li cem wan hebin, divê xwe di nava malê de îzole bikin, xwe baş bişon û paqij bikin û di dema derketina derve de jî heta ji wan bê baş hay ji derdorên xwe hebin.

4) Kesên karker, xwebexş û zîyaretvan divên rênimayên Sazîya Tenduristîyê yên di derbarê paqijî û liv û tevgera li derve bi awayekî minasib li ber çav bigrin û pêk bînin.

5) Heta ku ji dest bê, divê av û sabûn an jî spirto (70- 85% bi alkol) ji bo dezînfektekirinê ji bo beşdar û zîyaretvanan amade bê.

6) Karker û kesên din yên ku girêdaneke wan bi lokalan ve heye, divê di dema wergirtina erzaq de, hûr û mûrên xwarinê yên ne pakêtkirî de, destgirkan/lepikan bikar bînin.

Herweha divê pêşnîyarên Sazîya Tenduristîyê yên di derbarê belavbûna vîrûsê de bi giştî li ber çav bên girtin.

Ji bîra nekin ku mesafeyê bikin navbera xwe. Herî kêm 1 metre mesafe divê di navbera kesan de hebê. Di hin rewşan de, di hin zirûfan de, ku tê de xeterîya belavbûna nexweşîyê hebê, wek nîmûne di dema îbadeta li dêrê (kenîsê), di dema strangotinê de, hingî pêwîste 2 metre mesafe di navbera wan de hebê.

Di heman demê de ji bîra nekin, ji dema ku hun hatin cîyekî û heta ku hun herin jî, hay ji mesafeyê hebin û xwe dûrî hev bikin.

Zîyaretvanên ku di rîskê de ne, di xeterîya asta bilind de ne, divê li ser bifikirin, ka dikarin bi xwe beşdarîyê di çalakîyên olî yên li dêrê an jî yên civakên din yên olî de bikin, an jî bi şêweyekî din beşdar bibin, wek nîmûne bi rêya înternetê (online) an jî bi awayekî din.

Tedbîr û rênimayên ji bo jinûvevekirina Dêra Netewî û civakên din yên olî dînamîkin (guherrbarin) û wê di nava demê de li gor rewşê bên adapte kirin.