Plana ji bo jinûvevekirina Danîmark bi cî bû

Plana ji bo jinûvevekirina Danîmark bi cî bû

Hikûmetê di 7’ê Gulanê de, ji bo jinûvevekirina hejmarek kar û saziyan di pêşeroja nêzîk de, pilana jêrîn pêşkêş kir. Jinûvevekirin bi wê yekê ve girêdayî ye ku liv û tevger di warê tenduristî de bi berpirsyarîyeke mezin bê meşandin û ev şewbeya vegirtinê di bin çavan de bê girtin.

Rênimayên di derbarê dûrbûna fîzîkî û paqijîyeke baş de divê berdewam bê domandin.

  • Vekirina tevahîya dikanan û navendên mezin yên dayinûstendînê (di 11’ê Gulanê de).
  • Destpêkirina sinif/polên 6-10 (di 18’ê Gulanê de). Dibîstan û şaredarî (beledîye) wê lokalî di nav xwe de plan bikin, ka wê jinûvevekirin bi çi rengî li gor rênimayên tenduristîyê birêve biçê.
  • Perwerde û ezmûnên (îmtihan) bi şertê ku mirov bi xwe fîzîkîyen tê de beşdar bibê (di 18’ê Gulanê de).
    Herweha destpêkirina STU, EUD û FGU (di 18’ê Gulanê de).
  • Xwaringeh, qahwexane û hwd. dest bi karê xwe dikin (di 18’ê Gulanê)
  • Dêr (kenîse) û civakên olî dest bi xizmeta xwe dikin (di 18’ê Gulanê de).
  • Karê di mal de ji bo şîrketên taybet.
  • Werzîşa profesîyonel bê temaşevan.
  • Deynkirin û teslîmkirina pirtûkan li pirtûkxaneyan (di 18’ê Gulanê de).
  • Karê werzîşê û komeleyan – li derve
  • Bidawîanîna kursên li dibistanên navîn (di 18’ê Gulanê de).
  • Bexçeyên heywanan, ku mêvan xwe bi trimbêlê/otomobîlê veguhêzin, dikarin vekirî bin.

Hikûmet bi welatên cîran re di nava pêwendîyan de ye û wê biryarê di derheqê kontrolkirina sînorê demkî li ser qedexeyên têketinê û her weha rêberên rêwîtiyê zêde bikê. Hikûmet wê heta dema 1’ê Hezîrana 2020’an li ser vê yekê agahdarîyan bidê.