Malpêra nû bi 12 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Malpêra nû bi 12 zimanan li ser kroronavîrûsê agahîyan belav dikê.

Bi rêya vê malpêrê û vê xeta pêwendîyên rasterast, tu dikarê bi zimanê xwe bersiva pirsên xwe di derbarê koronavîrûs de bigrê. Li ser xeta pêwendîyên rasterast û xeta guftûgoyê karmendên, ku bi 12 zimanan dizanin, hene. Hemû rojan di navbera demjimêr 17-19 de, tu dikarê li gel karmendekî/ê bi zimanê xwe biaxivê an jî binivîsê. Karmend xwedî agahdarîyên herî nûjen yên ji bal lijneya tenduristîyê (Wezareta Tendûristîyê) li ser koronavîrûs li Danîmark in û dikarin bersiva pirranîya pirsan bidin.

Hun dikarin li dervayî dema demjimêr 17-19 di fonksiyona sohbetê de peyamekê deynin. Karmendek jî wê herî dereng roja paşîn di navbera demjimêr 17-19 bersivekê bidê we.

Di heman demê de wê malper jî rêberiya we bikê, ji bo ku hun li wir bêtir bikarin agahdarîyan li ser rewşa koronavîrûs li Danmark bibînin.

Sazîya Danîmarkî a Alîkarîya pênaberan û Als Resarch li gel hev malpêrê bi rê ve dibin. Malper ji hêla Desteya Tenduristiya Neteweyî ve û bi hevkariya li gel wê ve tê fînanse kirin. Em bi rayedarên navendî yên Danîmarkî re di nava hevkariyê de ne ji bo ku agahdarîyên li vir tên belav kirin, rast û nûjenkirî bin.